
ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji bo Şehîd Muhammed Mursî peyam weşand
Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyêji bo Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê yêku di salona mehkemê de şehîd bû peyama tazîyê weşand.
A+A-
Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê ku doh di dema salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.
Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Enwer Kiliçarslan ji ber şehadeta Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand. Kiliçarslan di peyama xwe de ji bo Mursî rehmet û ji bo malbata wî jî sebir niyaz kir.
Kiliçarslan di berdewama peyama xwe de wisa got: “Xebera şehadeta Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misira gihaşt me ku Mursî di demên dawî yên emrê xwe di nav ezîyet û qehrê de borand. Xweda wî bi nebî, şehîd û siddiqan haşir bike û wî ji me re bike şefaatkar.”
ÎLKHA
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.