Îxracat zêde û îthalat jî kêm bû

Îxracat zêde û îthalat jî kêm bû

Reqemên îthalat û îxracatê yên meha cotmehê hatin daxuyandin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin di meha Cotmehê de îxracat zêde bû û îthalat jî kêm bû.

Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên îthalat û îxracatê yên meha Cotmehê hatin belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha Cotmeha sala 2018an de li gor heman meha sala borî  îxracat ji sedî 13 zêde bû û îthalat jî ji sedî 23,8 kêm bû.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di meha Cotmehê de îxracat ji sedî 13 zêde bû û gihaşt 15 milyar û 719 milyonî û îthalat jî ji sedî 23,8 kêm bû û daket 16 milyar dolar  û 176 milyon dolarî.

Li gor daneyên ku hatine wergirtin îxracata ji Yekîtîya Ewrûpayê dihat kirin ji sedî 13,8 zêde bû, îxracat herî zêde li Almanya hat kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.