Îxracat zêde û îthalat jî kêm bû

Îxracat zêde û îthalat jî kêm bû

Reqemên îthalat û îxracatê yên meha çileyê hatin daxuyandin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin di meha Çileyê de îxracat zêde bû û îthalat jî kêm bû.

Ji teref TUÎKê ve  îstatîstîkên îthalat û îxracatê yên meha Çileyê hatin belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha Çileyê sala 2019an de li gor heman meha sala borî  îxracat ji sedî 5.9 zêde bû û îthalat jî ji sedî 27,2 kêm bû.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di meha Çileyê de îxracat ji sedî 5,9 zêde bû û gihaşt 13 milyar û 770 milyonî û îthalat jî ji sedî 27,2 kêm bû û daket 15 milyar dolar  û 673 milyon dolarî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.