Îxracat zêde û îthalat jî kêm bû

Îxracat zêde û îthalat jî kêm bû

Reqemên îthalat û îxracatê yên meha gûlanê hatin daxuyandin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin di meha gûlanê de îxracat zêde bû û îthalat jî kêm bû.

Ji teref TUÎKê ve  îstatîstîkên îthalat û îxracatê yên meha gûlanê hatin belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha gûlana sala 2019an de li gor heman meha sala borî  îxracat ji sedî 12,1 zêde bû û îthalat jî ji sedî  19,3 kêm bû.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di meha gûlanê de îxracat ji sedî 12,1 zêde bû û gihaşt 15 milyar û 981 milyon dolarî û îthalat jî ji sedî 19,3 kêm bû û daket 17 milyar dolar  û 819 milyon dolarî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.