Ji 4 partîyan daxuyanîya hevpar: Di hilbijartinan de hîle hat kirin

Ji 4 partîyan daxuyanîya hevpar: Di hilbijartinan de hîle hat kirin

Hilbijartinên heyama pêncemîn a Parlementoya Kurdistanê bi dawî bû, lê 4 partî daxuyanîyeke hevpar dan û destnîşan kirin di hilbijartinan de hîle hat kirin.

Hilbijartinên heyama pêncemîn a Parlementoya Kurdistanê doh bi dawî bûn. Piştî ku hilbijartin bi dawî bûn re ji teref Partîya Demokrat a Kurdistanê, Goran, Komel û Yekgirto li Koyê daxuyanîyeke hevpar dan û destnîşan kirin di hilbijartinan de hîle hatye kirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin Yekîtîya Niştîmanê Kurdistan li navendên hilbijartinê hêzên çekdar bi cî kiriye û zextan li hlbijêran kiriye.

Sekreterê Giştî yê Yekgirto Selahaddîn Bahaddîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “ Tu partî nikare xwe ji qanûn û Komîsyona Referandûm û Hilbijartina Bilind a Xweser a Kurdistanê serdest bibîne ku ev yek jî nayê qebûlkirin.”

Etan Şêx Hesenê Berdevkê  Teşkîlata Helepçe û Silêmanîyê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê jî diyar kir ew ê li hember wan bêusulîyên ku li ser hinek sindoqan di dema dengdanê de hatine kirin helwesteke cîddî nîşan bidin.

Ew ê encamên hilbijartinan di naveyna 72 seatan de bên daxuyandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.