Ji ber babîsokê li Entalya otobus qulibî: 12 birîndar
Ji ber bager û babîsoka ku li Entalyayê pêk hat 2 otobus û mînîbûsek qulibîn, di encama bûyera ku pêk hat de 12 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ji ber baran, bahoz, bager û babîsokê ya ku ev 3 roj in Entalyayê têxistiye bin tesîra xwe 2 kes jiyana xwe ji dest dan, kesek winda bû û bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wisa sera, erdên ziraatê, wesayît û avahî zirar dîtin.
Babîsok û bager îro jî tesîra xwe li Entalyayê domand. Ji ber babîsoka ku li Balafirgeha Entalyayê pêk hat 2 otobus û mînîbûsek qulibî. Di encama bûyera ku pêk hat de 12 kes birîndar bûn.
Bûyer îro derdora seat 10.50î de pêk hat. Walîyê Entalya Munîr Karaloglu derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Karaloglu di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ji ber bager û babîsokê balafir û helîkopter zirar dîtine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber babîsoka ku li Balafirgeha Entalyayê pêk hat 2 otobus û mînîbûsek qulibî. Di encama bûyera ku pêk hat de 12 kes birîndar bûn.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.