Ji ber Bagera Amphanê 84 kes mirin

Ji ber Bagera Amphanê 84 kes mirin

Ji ber Bagera Amphan a ku li Bangledeş û Hindistanê tesîra xwe nîşan dide heta niha 84 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber Bagera Amphanê ya ku gihşat Kendava Bengalê li Hindistanê 72 kes û li Bangledeşê jî 12 kes canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin ji ber bagerê bi hezaran kes bêmal man û ceyran qût bû.

Ji ber ku zirara ku bagerê daye gelek zêde ye hêj zirar nehatiye tespîtkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.