Ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 21 kesan

Ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 21 kesan

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê destnîşan kir, hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 21 kesan û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin jî derket 947 kesan.

Wezîr Koca derbarê mijarê de geşedanên dawî li ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di 24 seatên dawî de testa 2 hezar û 953 kesên şikdar hat kirin, ji van testên ku hatin kirin  277 pozîtîf derketin. Heta niha tevde 21 kes canê xwe ji ber vîrusê ji dest dan û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin jî derket 947 kesan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.