Ji ber Coronavîrusê 3 milyar însan hatin xistin karantînayê

Ji ber Coronavîrusê 3 milyar însan hatin xistin karantînayê

Piştî qedexeya derketina derve ya ku ji bo 21 rojan hat îlankirin li tevahîya cîhanê 3 milyar însan hatin xistin karantînayê.

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê li cîhanê belavbûna xwe ya didomîne. Heta niha zêdetirî bi 400 hezar kesan re vîrus hat tespîtkirin û 18 hezar kes jî ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Li Hindistana ku nufusa wê 1.3 milyar e ji ber vîrusê heta 21 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin ku bi vê îlanê li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber vîrusê hatin xistin karantînayê derketin 3 milyaran.

Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Her parêzgeh, herêm, bajara, gund û gundik di bergeha vê qedexeyê de ye.”

Tê diyarkirin ew ê Modî rewşa awarte îlan bike û artêşê daxe kolanan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.