Ji ber lehîyan li Sudanê 70 hezar mal di bin avê de man

Ji ber lehîyan li Sudanê 70 hezar mal di bin avê de man

Wezareta Karên Hundir ê Sudanêdestnîşan kir, ji ber barana ku zêde barîya li 16 parêzgehên Sudanê lehî rabû.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; ji ber baranên ku ji meha tîrmehê vir ve dibare li 16 bajaran zêdetirî 5 hezar mal bi temametî xera bûn û 70 hezar mal jî di bin avê de man.

Tê diyarkirin ji ber lehîyê asta Çemê Nîlê bilind bûye û bilindbûna çem derketîye nêzî 18 metroyan.

Li gorî agahîyan heta niha 102 kes ji ber lehîyan canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.