Ji ber teqîna li Sakaryayê hejmara mirîyan derket 6 kesî

Ji ber teqîna li Sakaryayê hejmara mirîyan derket 6 kesî

Walîyê Sakaryayê Çetîn Oktay Kaldirim derbarê geşedanên dawî yên derheqê teqîna li fabrîkayeke fîşekên hewayî ya li Sakaryayê pêk hat de daxuyanîyek belav kir.

Walî Kaldirim di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji ber teqîna li navçeya Hendeka Sakaryayê hejmara mirîyan derket 6 kesî û xebatên lêgerîna kesekî ku winda bûbû jî berdewam dikin.

Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Sakaryayê ve hatibû destpêkirin de midûrê mesûl ê fabrîkê û 2 serhoste hatin binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.