Ji bernameya bîranîna Şehîd Şêx Seîd re dawet

Ji bernameya bîranîna Şehîd Şêx Seîd re dawet

Roja înê dê ji teref Cemîyeta Mustazafan ve bernameya bîranîna Şehîd Şêx Seîd bê tertîpkirin.

Hat ragihandin roja înê dê ji teref Cemîyeta Mustazafan ve bernameya bîranîna Şehîd Şêx Seîd bê tertîpkirin.

Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan  ji bo Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî yên ku di 28ê Hezîrana sala 1925an de hatin şehîdkirin dê daxuyanîya çapemenîyê tertîp bike. Daxuyanîya çapemenîyê dê roja înê piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê bê tertîpkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de xelkê Diyarbekirê hat vexwandin bernamê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.