Ji bo dengdayîna ji partîyekê re me qerarek nedaye
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir ew ê nekevin hilbijartinan û ew ji bo dengdayîna ji partîyekê re qerarek nedane.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derbarê hilbijartinên ku dê di 31ê Adarê de bên kirin de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da.
Saglam di daxuyanîua ku da de destnîşan kir ew biryar dane ku nekevin hilbijartinan û dû re wiha got: “Em qerarên xwe di çarçoveya şîarên ku partîya me li ser hatiye înşakirin bi tesdîqa lijneyên me yên rayedar ji teref me bi xwe ve tê standin. Em wek HUDA PARê hilbijartinên 31ê Adarê boykot nakin. Di vî warî de helwesta me diyar e û me derbarê vê yekê de daxuyanî jî nedaye.”
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir partî dema ku qerar dan divê hesasîyetên hilbijêr û terefdarên xwe li ber çavan bigirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em jî vê hesasîyetê li ber çavan digirin û em ê bigirin jî. Ew ê xebatên me berdewam bikin. Em ê derd û kuşên gel guhdar bikin û ji bo çareserîya wan hewl bidin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.