Ji bo qetlîama Siûd banga lêpirsînê

Ji bo qetlîama Siûd banga lêpirsînê

Neteweyên Yekbûyî derbarê êrîşa asîmanî ya ku ji teref Siûd ve li Yemenê hat kirin banga lêpirsînê kir.

Hat ragihandin Neteweyên Yekbûyî derbarê êrîşa asîmanî ya ku ji teref Siûd ve li Yemenê hat kirin û tê de 60 kes jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn, banga lêpirsînê hat kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Martin Griffithsê Temsîlkarê Taybet ê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat dayîn.

Martin Griffiths di daxuyanîya ku belav kir de bûyera ku pêk hatiye wek tradejîyê wesfand û dû re wiha got: “Yemen êdî nema dikare îdare bike. Ji bo dawî li wan mirin û sefaleta li Yemenê bê anîn divê pevçûn bên sekinandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.