Ji Evîndarên Pêxember peyama "Mewlûda Nebî”

Ji Evîndarên Pêxember peyama "Mewlûda Nebî”

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve derbarê Mewlûda Nebî depeyamek hat weşandin û qandîla temamê Mislimanên cîhanê hat tebrîkkirin.

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin bi bernameyên Mewlûda Nebî tê armanckirin ku peyama Hz. Muhammed baştir bê fêmkirin ku reçeta xelasîyê ya însanetîyê  û qezenckirina saadeta axret û dinyayê bi li xwedîderketina emanetên ku ew ji me re hiştiye mimkûn e.

 “Ji bilî rêya Pêxember temamê wan rêyên din dibin sedem ku manewîyat û exlaq bileztir hilweşin”

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin di dawîya temamê wan rêyên ji bilî rêya Pêxember de kendal heye û dû re wiha hat gotin: “ Ji bilî rêya Pêxember temamê wan rêyên din perîşanîya însanetîya ku di nav zilm û bêexlaqîya îdeolojîyan de dixeniqin zêdetir dike. Lewra temamê wan rêyên din ên ji bilî rêya Pêxember tev hatine ceribandin; lê belê di dawîya temamê van rêyên din de însanetî ber bi kendalê ve çûye û ev rê edaletê ji holê rakirina û hilweşîna exlaq û manewîyatê lezandine.”

 “Misliman perîşan in, Misliman bêxwedî ne…”

Di berdewama peyama ku hat weşandin de bal hat kişandin li ser rewşa Mislimanan û dû re wiha hat diyarkirin: “ Alema însanetîyê ya ku ev zêdetirî qernekê di bin desthilatdarîya Xerba hov de ye, di encama hevkarîya Xaçperest û Siyonîzmê de hatiye êsîrgirtin û di nav êş û elemê de dinale. Dinya bi destê van zaliman zilmeke şedîd dibîne û ber bi kendala bêexlaqîyê ve diçe. Zilm, qetlîam, îşxal, feryad û fîxan erşê lerzandine. Mixabin exlebeyê van zilm û îşxalan li welatên Îslamê tên kirin. Misliman êsîr in, perîşan in û bêxwedî ne…”

 “Xelasîya însanetîyê encax bi vegera rêya Pêxember mimkûn e”

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin îro pêdivîya însanetîyê him bi exlaqê û him jî bi edaletê heye û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “  Bes rêyeke tenê heye bo xelasî û rizgarîya însanetîyê; ew jî vegera li ser rêya Resûlê Xwedê ye. Em wek Evîndarên Pêxember bo vê yekê di vê çarçovê de bernameyên Mewlûda Nebî tertîp dikin da ku peyama Resûlê Xwedê baştir bê fêmkirin. Em dizanin ku qezenckirina saadeta dinya û exretê di wan tiştên ku Pêxember anîne de ye û reçeta rizgarîyê ya însanetîyê jî xwe bi wan emanetên ji me re hiştiye de ye.  Em xwe ji di nav civakê de belavkirin û ji hemû kesî re birina vê têgihiştinê mesûl dibînin û me vê yekê ji xwe re kiriye armanc û hedef.”

Di dawîya peyama ku hat weşandin de bang li temamê xelkê hat kirin da ku Pêxemberê me Hz. Muhammed çêtir û baştir fêm bikin. Dû re wiha dawî li peyamê hat anîn: “ Hz. Muhammed bes derdekî wî hebû ku ew jî ji bo mafên mezlûman tesîskirina edalet û azadîyê bû. Ew nesleke bi erdem û bi exleq perwerde kir.”(ÎLKHA)
 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.