Ji HDPyîyanhîn bû ku lawê wê yê ku hatibû revandin çiyê birîndar e

Ji HDPyîyanhîn bû ku lawê wê yê ku hatibû revandin çiyê birîndar e

Remzîye Akkoyuna ku li Diyarbekirê li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin destnîşan kir kesekî ku di avahîya HDPê de bû jê re gotiye ku lawê wê yê li serê çiyê birîndar e û bêhna wê teng bû.

Hat ragihandin Remzîye Akkoyuna ku li Diyarbekirê li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin destnîşan kir kesekî ku di avahîya HDPê de bû jê re gotiye ku lawê wê yê li serê çiyê birîndar e û bêhna wê teng bû.

Dayikên ku lawên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li ser çîyan û li ber avahîya HDPê çalakîya rûniştinê dane destpêkirin çalakîyên xwe didomînin û her ku diçe hejmara van malbatên ku ji bo ewladên xwe yên revandî li hev kom bûne berdewam dike.

Remzîye Akkoyun jî yek ji wan dayikan e ku li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin. Dayika Remzîye ji ber pê bihîst ku lawê wê li çiyê birîndar bûye  bêhiş ket.

Li gorî îddîayan Azad Akkoyunê lawê Remzîye Akkoyun li çiyê birîndar bûye û hatiye rakirin nexweşxanê. Ji ber vê yekê Remzîye Akkoyun kire feryad û fîxan û bêhiş ket.

Remzîye Akkoyuna ku ji kerba lawê xwe bêhiş ket bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.

Dayika Remzîye dema ku bi xebera lawê xwe bihîst got “Li partîyê ji min re dibêjin lawê te birîndar e û li xestê ye. Tiştek bê serê lawê min ez ê partîyê bişewitînim.”

Hat hînbûn pîrekeke HDPyî û qîza wê heqaretan li wan dayikên ku çalakîyê li dar dixin kirine û provokatortîyê kirine û têketina avahîya HDPê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.