Ji heman malbatê 6 zarok bi jehrê ketin

Ji heman malbatê 6 zarok bi jehrê ketin

Li Şemrexa navçeya Mêrdînê ji heman malbatê 6 zarok bi jehrê ketin, zarok hatin rakirin nexweşxanê.

Hat ragihandin li Girêsora Şemrexa Mêrdînê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji heman malbatê 2 jê qîz, 4 jê kur tevde 6 kes bi jehrê ketin. 6 xuşk û birayên ku bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê.

Bûyer li Girêsora Şemrexê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  ji malbata Danişê 6 xuşk û birayên bi navê Erdem, Erbîl, Yusuf, Osman, Nîsanur û Zeynep Daniş ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi jehrê ketin.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Piştî mudaxeleya ewil a ku li malê hat kirin re zarok bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.

Hat diyarkirin rewşa zarokan niha baş e û sedema bi jehrê ketina zarokan tê lêkolînkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.