Ji HUDA PARê lijneyek çû ziyareta Serokê Karên Diyanetê

Ji HUDA PARê lijneyek çû ziyareta Serokê Karên Diyanetê

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ziyaret kirin.

Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ve hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de derheqê çend mijaran de nirxandin hat kirin û lijneya HUDA PARê ji ber Kursên Qur’anê û kreşên ku ji bo zarokên 4-6 salî hatine vekirin ji Erbaşî re teşekkur kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtinê de ew tehlûkeyên ku sazîya malbatê pê re rû bi rû mane hatin nirxandin û hat diyarkirin muhafazaya dahata civakê bi  ewlehîya sazîya malbatê ve girêdayê ye.

Lijneya HUDA PARê ji ber mazûvantîyê ji Erbaş re teşekkur kir.

ÎLKHA


Ji HUDA PARê lijneyek çû ziyareta Serokê Karên Diyanetê

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.