Ji HUDA PARê peyama tazîyê û spasîyê

Ji HUDA PARê peyama tazîyê û spasîyê

Navenda Giştî ya HUDA PARê bi peyama ku belav kir di serî ji Serokomar Erdogan û bi giştî ji temamê kesên ku ji ber wefata Mehmet Yavuz serxweşî dane wan re spas kir.

HUDA PARê PARê bi peyama ku belav kir di serî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û bi giştî ji temamê kesên ku ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber êşa qanserê wefat  kir, serxweşî dane wan re spas kir.

Di destpêka peyama ku hat weşandin ayeta “Bêşiphe em aîdî Xwedê ne û bêşiphe em ê vegerin  Wî” di bîran hat xistin û hat diyarkirin ew ji ber wefata Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî xemgîn û mehzûn in.

Di berdewama peyama ku hat belavkirin de ji temamê kesên ku ji ber wefata Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Yavuz hatine serdana wan, li wan gerîyane û peyam weşandine re teşekur hat kirin.

Di peyama ku hat weşandin de ji van kesên ku li jê re navên wan derbas dibe re ji ber ku serxweşî dane wan ji wan re teşekur hat kirin:

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Meclîsê Mustafa Altintop

Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul

Serokê Giştî yê Berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî

Serokê Giştî yê Partîya Saadetê

Serokê Giştî yê  Ji Nû Ve Partîya Refahê Fatîh Erbakan

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Enwer Kiliçarslan

Di dawîya peyamê de ji malbata merhûm Mehmet Yavuz re serxweşî hat dayîn û dû re wiha dawî li peyamê hat anîn: “Bi vê wesîlê em cardin ji Xweda ji bo birayê me Mehmet Yavuz rahmet teleb dikin û di serî de em ji Havva Yavuza ku xanima rehmetî ye û ji Îbrahîm , Şevval, Zeynep Sude û Meryema ku zarokên rehmetî ne û bi giştî ji temamê hevaldoz, dost û hezkirîyên rehmetî re sebra cemîl teleb dikin.”

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin îna borî li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Mehmet Yavuzê berî vê çend salan bi nexweşîya qanserê ketibû û gurçikekî wî hatibû girtin. Dû re cardin nerihet bû û ji ber êşa xwe hat rakirin nexweşxanê û ji êşa qanserê hat dermankirin.  Mehmet Yavuzê ku ji êşa qansera gurçikê li nexweşxanê dihat dermankirin digel dermankirinê kemoterapî dibû. Lê ji ber ku îhtîmal bû kemoterabî zirar bidiyê dermankirina wî bi giyayan berdewam kir.

Yavuz Îda Remezanê ya sala borî bo demekê ji nexweşxanê hat derxistin, lê belê  ji ber ku nexweşîya wî lê zêde kir cardin hat rakirin nexweşxanê. Yavuzê ku ev bû demeke dirêj ji ber nexweşîya qanserê li nexweşxanê dihat dermankirin îna borî rehmet kir.

Yavuz li Kahtaya Semsûrê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hat definkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.