Ji Îranê ji bo Golanê banga yekîtîyê

Ji Îranê ji bo Golanê banga yekîtîyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li dijî qerara Amerîka ya derbarê Girên Golanê de bang li welatên Îslamê kir û got “De haydê em bibin yek.”

Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Dervê yê Îranê derbarê qerara Amerîka ya derheqê Girên Golanê de ji ser hisaba xwe medyaya civakî daxuyanîyek da.

Zarîf di daxuyanîya ku belav kir de bang li welatên Îslamê kir û destnîşan kir “ Piştî ku ji ser qerara Amerîka ya derheqê Qudsê de salek derbas bû re dîsa ji teref wan ve derbarê Girên Golanê de qerara neyasayî hat dayîn ku divê em di bîran bixin ku ev yek ji bo birayên me yên Ereb û Misliman peyameke hişyarîyê ye. Amerîka û îsraîl destê xwe dirêjî we dikin; lê belê hûn çi qas li ber wan li ser çokên xwe rûnin jî dîsa axên we didizin. De haydê werin em bibin yek.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.