Ji ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ peyamê spasîyê

Ji ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ peyamê spasîyê

Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ ji temamê kesên ku keda wan di tertîpkirina Hevdîtina Aliman a 4emîn dehebû re spas kir.

Piştî bernameya Hevdîtina Aliman a 4emîn a ku ji teref Yekîtîya Medrese û Aliman ve li Diyarbekirê hat tertîpkirin û 2 rojan berdewam kir re ji teref Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ ve peyameke spasîyê hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin di bîran hat xistin ku ji 4 parçeyên Kurdistanê gelek alim, mêvan û akademîsyen beşdarî hevdîtinê bûn.

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de meseleyên civakî û çareserîyên wan hatine gotûbêjkirin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Em wek Yekîtîya Alim û Medreseyan di sala 2015an de yekemînê vê civînê li dar xist û ji wê salê vir ve bi şikleke bi rêkûpêk em vê hevdîtinê didomînin.  Em her sal bi mijareke cûda tên bal hev.  Ji welatên derdorê û ji gelek welatên dinyayê gelek alimên hêja hatin Diyarbekirê û meseleyên ilmî û problemên civakî gotûbêj kirin û çareserîyên van ji ummeta Îslamê teqdîm kirin.Bi izna Xwedê ew ê ev hevdîtinên me berdewam bikin.”

Di dawîya peyamê de ji temamê kesên ku keda wan di tertîpkirina vê hevdîtinê de heye re teşekkur hat kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler