Ji komên ku li Lîbyayê şer dikin re banga êrîşan birawestînin hat kirin

Ji komên ku li Lîbyayê şer dikin re banga êrîşan birawestînin hat kirin

Neteweyên Yekbûyî ji komên ku li Lîbyayê êrîşî hev dikin û bi hevdû re şer dikin re banga rawestandina şer û êrîşan kir.

Ji yekşema borî vir ve li Trablusa paytexta Lîbyayê di navbera tugayên ku girêdayê Hikûmeta Mutaqabatê ya Neteweyî de şer û pevçûn bênavber berdewam dikin ku derbarê vê mijarê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ji terefên ku şer dikin re banga rawestandina şer û pevçûnan hat kirin û hat xwestin ku dev ji çekan bê berdan û bo muzakereyên agirbestê gav bên avêtin.

Di daxuyanîya ku ji teref  Wezareta Tenduristîyê ya HMNyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin di pevçûnên ku rû dan de heta niha 4 jê zarok, 14 jê siwîl tevde 38 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 90 kesan jî birîndar bûn.

Ji ber pevçûn û şerê heyî berî niha ji teref Hikûmeta Mutaqabatê ya Neteweyî ve li Trablus û derdora wê rewşa awarte hatibû îlankirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.