Ji Wezareta Karên Derve derbarê Arakanê de daxuyanî
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê derbarê rapora Arakanê ya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li hikûmeta Myanmarê hat kirin da ku bo çareserîya mayînde gav bên avêtin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin qeyrana însanî ya ku di 25ê Tebaxa sala 2017an de bi êrîşa Myanmarê dest pê kiribû û bûbû sedema koçkirina 700 hezar Mislimanan hêj berdewam dike. Dû re wisa li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di raporta ku herî dawî ji teref Konseya Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de hat tespîtkirin ku îhlalên heqên însanî yên ku Rohîngyayî marûzî dimînin teqabûlî sûcên herî giran dikin. Dîsa di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin divê lêkolîn bê kirin da ku bê tespîtkirin ka meqamên Mynamarî jenosîd kirine yan na.”
Di dawîya daxuyanîyê de bang li hikûmeta Myanmarê hat kirin û wiha hat gotin: “ Em bang li hikûmeta Myanmarê dikin da ku bo çareserîyeke mayînde digel civaka navneteweyî hevkarîyê bike û bo ew Rohîngyayîyên ku ji parêzgeha Rakhaynê bi zorê ji cih û warê xwe hatine kirin xebat bên kirin da ku bi şikleke mayînde û ewlehîkar vegerin warên xwe .”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.