Ji Wezareta Tenduristiyê hişyariya hewaya germ: Di rojê de nêzî 3 lître av vexwin
Wezareta Tenduristiyê, li dijî bandorên neyênî yên germên zêde yên di mehên havînê de ku li ser tenduristiyê çêdibin, welatî hişyar kirin. Wezaretê destnîşan kir ku divê nexweşên kronîk, kal û pîr, zarok û jinên ducanî bi taybetî baldar bin.
Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku di mehên havînê de ji ber zêdebûna germ û şilbûnê (nem) germahiya laş bilind dibe û bi vê re tewafiqî meylkirina xwêdanê windabûna şilek û mîneralan çêdibe, û hişyariyên girîng li welatiyan kir.
Wezaretê bal kişand ser ku bi bandora hewaya germ dikare nexasim hesa bêhişbûnê (xwelêçûn), dilxrabûn û gêjbûna serî û gelek pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê werin dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye, zarokên piçûk, kesên 65 salî û li ser wî re, jinên ducanî û kesên ku di qada vekirî de dixebitin ji hewaya germ bêtir bandor dibin.
Hat teqezkirin ku di heyama havînê de domandina adetên xwedîkirina têr û hevseng, vexwarina têr a şilekê û pabendbûna bi rêgezên ewlehiya xwarinê ji bo parastina tenduristiyê xwedî girîngiyeke mezin e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di mehên havînê de bêyî ku li benda tîbûnê (têhnxwestinê) bimînin divê di nava rojê de bi rengekî sîstematîk av werê vexwarin û hat tomarkirin ku ji bo kesên gihîştî rojane bi navînî vexwarina 2,5-3 lître avê tê pêşniyarkirin.
Di peydakirina pêdiviya şilekê de li dewsa çay, qehve û vexwarinên bi gaz; hilbijartina vexwarinên wekî şîrê nîvçêvrî, dew û ava fêkiyan hat pêşniyarkirin. Her wiha hat ragihandin ku divê kesên ku egzersizê dikin jî şileka ku winda kirine bi vexwarina mîktara têr a avê bînin cih.
Hat diyar kirin ku ji bo parastina ji germên zêde divê kincên berfireh, sivik û rengvekirî werin hilbijartin, ji bo hênikbûnê serşoya germik (hênik) werê stendin û dema ku nîşanên aciziyê yên ji ber germê hatin dîtin divê bêyî ku dem werê windakirin serî li saziyeke tenduristiyê werê xistin.
Di daxuyaniya ku bal hat kişandin ser domandina xwedîkirina hevseng a di mehên havînê de jî, hat diyar kirin ku di taştê de hilbijartina penêrê kêmçêvrî, zeytûn û sebzeyên teze, û di cihê vexwarinên bi kafeîn de vexwarina şîr, ava fêkiyan û çayên giyayî yên wekî îhlamur û quşpên (kuşburnu) dê sûdbaş be.
Wezaretê pêşniyar kir ku ji xwarinên bi rûn, sorikirî û ji xwarinên ji hevîr heta ku pêkan e dûr bisekinin û xwarin bi rêbazên kelandin, goştbrşandin (ızgara) an jî di ava xwe de pişrandinê werin amadekirin.
Hat diyar kirin ku ji bo peydakirina pêdiviya vîtamîn û mîneralan divê vexwarin û xwarina fêkî û sebzeyan werê zêdekirin, xwarinên ku ji hêla lîfê ve dewlemend in ên wekî nanê genimî, simiq (bulgur) û yulaf werin hilbijartin. Her wiha hat tomarkirin ku li dewsa şîrîniyên giran ên ji hevîr, şîrîniyên bi şîr û fêkî û doondurme dikarin werin hilbijartin.
Di daxuyaniya ku bal hat kişandin ser jehrîbûnên xwarinê yên ku di mehên havînê de bêtir tên dîtin de, hat teqezkirin ku divê ji xwarinên ku li derve (vekirî) tên firotin dûr rawestin û xwarinên ku zû xira dibin ên wekî goşt, şîr, hêk û masî di mercên guncaw de werin xwedîkirin.
Her wiha hat diyar kirin ku di qonaxên amadekirin, parastin û pişrandina xwarinan de pabendbûna bi rêgezên hîjyenê ji bo parastina tenduristiya civakî xwedî girîngiyeke mezin e.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.