Kamyoneta ku karkerên fistiqan vediguhast qulibî: 3 jê giran 17 birîndar
Li Entabê kamyoneta karkerên fistiqan di rêya vegerê de qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran tevde 17 karker birîndar bûn.
Hat ragihandin li Şehîtkamîla navçeya Entabê kamyoneta ku karkeran vedigust di rêya vegerê de qulibî, di encama qezayê de 3 jê giran tevde 17 karker birîndar bûn.
Qeza li mewqîya Kizilyokuşa di navbera gundên Kabasakiz û Bozoba de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 63 LK 831 a ku ajokarê wê Remezan Aslan bû û karkerên fistqan vediguhast di rêya vegerê de di fitlonekê de qulibî û gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran tevde 17 karker birîndar bûn.
Karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.