Karekter û rengê doza Şêx Seîd Îslamî ye

Karekter û rengê doza Şêx Seîd Îslamî ye

Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustezafanji ber minasebeta salavegera 93emîn a îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist.

Ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustezafan ji ber minasebeta salavegera 93emîn a îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist. Di daxuyanîya çepemenîyê ya ku piştî nimêja înê li ber devê Mizgfta Mezin a Sûra Diyarbekirê hat dayîn de hat destnîşankirin Karekter û rengê doza Şêx Seîd Îslamî ye û bal hatin kişandin li ser Îslamîbûna doza Şêx Seîd û hevalên wî yên ku berî vê 93 salan hatine şehîdkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin Şêx Seîd nirxeke ummetê bû û dû re  li ser navê însanetîyê hat daxwazkirin ku ev xalên li jêr demildest bên kirin:

1- Ji ser şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî 93 sal derbas bûn û hêj cihên qebrên wan tên veşartin ku ev yek zilmeke mezin e. Bi salan e ku civak di vî warî de bendewar e ku tiştin bên kirin. Divê demildest dawî li vê zilmê bê anîn û cihê qebrên Şêx Seîd û hevalên wî bên eşkerekirin.

2-Ji ber zilmên ku wê demê hatine kirin, divê dewlet ji xelkê Misliman lêborînê bixwaze û divê wan zirarên maddî û manewî yên ku dewlet bi xwe ji wan re bûye sedem bên telafîkirin.

3. Divê ew îftîra û derewmên ku di kitêbên mufredarê yên di pergala perwerdehîyê de derbarê Şêx Seîd û hevalên wî de tên gotin bên rakirin.

4. Divê di wê îdeolojîya fermî ya ku hêj tesîrên wê berdewam dikin de nûkirin bên kirin û divê makeqanûneke nû ya siwîl û însanî ya ku bi çand û bawerîya xelkê re li hev dike û çavkanîya wê Qur’an be, bê amadekirin.

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.