Li Mêrdînê mînîbusek ku xwendekaran hildigirt qelibî: 13 xwendekar birîndar bûn
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, mînîbusek ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet tê de bûn, qelibî û di encamê de 13 xwendekar birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Artuklu-Nisêbîn a li nêzî taxa Çayirpinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, mînîbuseke bi plakaya 47 AET 130 ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet a li Nisêbînê dixebitî, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn kontrola xwe winda kiriye û wergeriyaye.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê, cenderme, polês û îtfaîyeyê bo herêmê hatin şandin.
ZHT (15), SD (14), SA (18), AA (12), H.Ç. (12), LV (12), MD (11), Z.Î. (11), RA (12), RH (10), NO (12), AA (12) û SA (12) ku di qezayê de birîndar bûn, piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tendurisît, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat hînbûn ku rewşa jiyana xwendekaran ne di talûkeyê de ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.