Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Sazîya alîkarîyê Karwana Hêvîyê yaku ji bo zarokên feqîr, jar û êtîm xebata alîkarîyê dabû destpêkirin ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir.

Serokê Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê alîkarîya ku ji zarokan re hat kirin de daxuyanîyek da. Elelçî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew ji bo zarokan berî niha kampanyayên bi navê “Werin Em Zivistana Bikin Bihar” û “Bot û Çaketek” dabû destpêkirin.

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew di bergeha xebatên alîkarîyê de ji 350 zarokên feqîr û jar ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarî kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji 350 zarokên feqîr û jar re alîkarî hat kirin ku di serê wan de kesên penaber û koçber ên Sûrîyeyî, Iraq, Efxanistan û Filistînî hene. Mala xêrxwazan ava be û Xweda ji wan re bibe alîkar.”

“Werin em pêkve ji van malbatan re bibin alîkar û wan tenê nehêlin”

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de banga alîkarîyê ji xêrxwazan re kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê ji niha pêde ji malbatên feqîr û jar re alîkaryên mîna xurek, erzaq, goştê sor û cil û bergan bikin. Ji ber vê yekê ez bang li xêrxwazan dikim da ku di vî warî de ji me re bibin alîkar. Werin em pêkve ji van malbatan re bibin alîkar û wan tenê nehêlin.”

Kesên ku ji wan re alîkarî hat kirin ji xêrxwazan û Karwana Hêvîyê re teşekkur kirin û derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Emîne Îlkkaya: “Xweda ji temamê kesên ku di van rojên zor û zehmet de ji me re bûn alîkar razî be.”

Yeşîm Akarbulut: “Di van rojên zehmet û naçar de Karwana Hêvîyê destê alîkarîyê ji bo me dirêj kir ku mala wan ava be.Em ji wan re diakar in.”

Qader Balsak: “Mala temamê kesên ku ji vê yekê re bûn wesîle razî be.”

Huda Celcelezîyê Sûrîyeyî: “Xweda ji temamê kesên ku di van rojên zor û zehmet de bi navbeykarîya Karwana Hêvîyê ji me re bûn alîkar razî be.”


Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.