Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya îdê ji 70 zarokên êtîm re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya îdê ji 70 zarokên êtîm re alîkarî kir

Ji teref Karwana Hêvîyê ya Êlihê ve berîya Îda Qurbanê ji 70 zarokên êtîm re alîkarî hat kirin.

70 zarokên êtîm ên ku di nav wan de zarokên êtîm ên Sûrîyeyî jî hebûn ji teref Karwana Hêvîyê ya Êlihê ve hatin birin dikana cilfiroş û pêlavfiroş. Zarokên êtîm li vê derê li gorî dilê xwe cil û berg û pêlav ji xwe standin. Zarokên ku ji wan re alîkarî hat kirin gelek zêde kêfxweş bûn.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Êlihê Şenol Bozan derbarê alîkarîya ku hat kirin de daxuyanîyek da û destnîşan kir, ew di bergeha “Projeya Alîkarîya Cil û Bergan a Ji Bo Êtîman” de alîkarî kirine.

Bozan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Ger rûyê êtîman bikene ew ê cîhan xweşik bibe.Me vê yekê ji xwe re kiriye distûr û şîar. Pêxemberê me jî êtîm bû ku ji ber vê yekê Îslam gelek zêde qedr û qiymet dide êtîman. Ji ber ku me berîya îdê ji zarokên êtîm re alîkarî kir em kêfxweş û şad in.”

Bozan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew ê bi saxîya xêrxwazan alîkarîyên xwe yên ji bo êtîman bidomînin û dû re wiha got: “Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike. Înşaallah ew ê ev zarok di îdê de kêfxweş bibin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.