Kêfa çinîna genim û ceh di bin sîya fîyetan de maye

Kêfa çinîna genim û ceh di bin sîya fîyetan de maye

Her çiqas berhevkirina genim û ceh li Dîyarbekirê li gelek herêman geşbîn be jî, cotkar dibêjin ku fîyetên kirînê yên kêm û lêçûnên zêde kêfa berhevkirinê di bin siya xwe de digirin.

Piştî barana dirêj a îsal, demsala çinînê dest pê kir. Li Dîyarbekirê, cotkarên ku ji barana zêde ya ji bo çinîna genim û ceh kêfxweş bûn, fikarên xwe anîn ziman ku fîyetên kirîna bazarê ji ber zêdebûna lêçûnan kêm in.

Cotkarên li gundê Qerhêta ya navçeya Çinar a li Dîyarbekirê, ku dest bi çinîna genim û ceh kirine, diyar kirin ku barana zêde ya ku di tevahiya zivistanê û dû re jî di demsala biharê de berdewam kir, berhem zêde kir. Lêbelê, cotkaran destnîşan kirin ku kêfxweşiya berhema zêde ji ber fîyetên kirînê yên kêm û lêçûnên zêde di siya xwe de ma.

Şevket Öğrük

"Îsal barîn (baran) baş bû lê feydeya wê ji bo herêmên lûs (girtî/enqewre) pir çênebû"

Cotkarê ji Düzovayê Şevket Öğrük got: "Rewşa dexlûdanan li hinek cihan baş e, li hinek cihan jî normal e. Dirûn (hasat) jî li hinek cihan normal dimeşe, lê li hinek cihan ji ber giyanyên biyanî (giyayê herze) bêberhem e. Bihayê wê (fiyat) jî pir kêm e. Çotkar dê bi vê bihayê çawa xebatên çandiniyê bike. Li beşên deşt û dûz ên axê dirûn baş e, lê li cîhên lûs û lenger berhem kêm e. Li gorî par dîsa baş e. Îsal di rewşa herî xerab de, dê ji her donimî 300-400, fene bibe 500 kîlogram berhem were girtin. Îsal barîn (baran) baş bû, lê feydeya wê ji bo herêmên lûs pir çênebû."

Nusret Öğrük

Nusret Öğrük ê ku diyar kir piştî barîna zêde ya baranê germahiya ku ji nişka ve da ser, zirar da dexlûdanan û ji ber vê yekê berhem kêm e, ev îfade bi kar anîn: "Niha me li vir dest bi dirûna yekem a zeviyan a demsalê kir. Ev 1-2 roj in em dirûnê dikin. Berhem hinekî kêm in. Çima kêm in? Par (îsal) pir baran bariya. Ji ber ku baran pir ziya bariya, dexlûdanan roj nedît. Paşê rojê ji nişka ve da ser û yekser dest bi hişkkirina wê kir. Ji ber wê yekê berhema me hinekî kêm e. Her weha aliyê din ê gund jî zîpikê (tefrok) lê da. Ji sedî 30-40ê berhemê çû."

"Bihayên kirînê yên hatine parvekirin ne li gorî aqil û mentiqê ne"

Öğrük ê ku bihayên kirînê yên di piyaseyê de û mesrefan da ber hev, weha axivî: "Heger em werin ser mijara bihayê (fiyat), îsal biha qet tune ye. Mînak bihayê ku dewletê daye 12 hezar lîre ye. Bihayê ku esnaf dikirin jî 11 lîre ye. Pereyê wê jî piştî 20-25 rojan didin. De em werin ser mesrefê; mazot niha 70 lîre ye. Gubre 25-30 lîre ye. Heger tu li derman binerî, ji sedî 25ê mesrefê ji bo derman diçe. Heger tu li kedê binerî, ew jî ji sedî 25 e. Niha berhema ku em diçînin mesrefên me dernaxe. Niha em di zirarê de ne. Em bi mecbûrî dibêjin bila zeviyên me vala nemînin. Em neçar dimînin ku biçînin. Divê dewlet jî vê yekê piştguh neke. Mînak, li ber çavan girtina van lêçûnan û dayîna bihayekî wusa qet ne rewşeke etîk e. Qet ne tiştekî wusa ye ku di aqil û mentiqê de bi cih bibe."

Öğrük cih da van îfadeyan: "Heger wusa biçe, sala bê em ê tu donimî neçînin. Ne genim û ne ceh. Jixwe ji ber DEDAŞê me dest ji pembû berda, me dest ji lazûtê berda, me dest ji fasûlyeyê berda. Înşallah neçar nakin ku em dest ji vê jî berdin. Heger em dest ji van jî berdin, malûm e bê ka dewlet dê ji derve bi çi pereyî bikire. Heger dewlet berhemê bi 10-12 lîreyan bikire, wê çaxê nikare vê cehî bi 20-25 lîreyan bikire. Jixwe heywandarî tune ye, neçar ma ku bi dawî bibe. Dexlûdan jî wusa ne. Cotkarî jî qediya, êdî dê biqede. Hêviya me ya îsal ji bo her dekarî 300-350 kîlo ye. Li hinek cihan heta 400-450 kîloyan jî dertê. Heger zîpik lê neda, dê heta 600-650 kîloyan jî derketiba. Hêviya me ya di mijara bihayê de herî kêm 20 lîre bû. Heger herî kêm 20 lîre ba, me ê bigota qey em ji sedî 5 an ji sedî 10 qezanç dikin. Niha mîna ku xuya dike em ji sedî 5-10 di zirarê de ne. Heger wusa biçe, em qediyane. Rewşa me perîşan e."

Ammar Öğrük

"Bihayê sotemeniyê hem me hem jî cotkaran mexdur dike"

Operatorê kombaynê (biçerdöver) Ammar Öğrük, dema ku behsa bereketa dirûnê dikir, di heman demê de gileyî û gazincên xwe ji mesrefan jî kir.

Öğrük diyar kir ku "Ev hefteyek e me dest bi kar kiriye. Ez 20 sal in operatorê kombaynê me. Dexlûdan îsal baş in. Cotkar razî ne, rûyê cotkaran dikene bi şukrê Xwedê. Ev jî ji ber bollika rûmetê (baranê) ye. Em ne tenê li vê herêmê xebatê dikin biraçû. Em li herêmên Yozgat û Sivasê jî dixebitin. Em heta 20ê meha 8an, heta 1ê meha 9an dixebitin. Wekî ku me got, dexlûdan baş in. Cotkar memnûn in. Berhem îsal rind e. Ji ber bollika berf, baran û rûmetê dexlûdan îsal baş in bi şukrê Xwedê. Par qet tune bû. Mînak, em qet neketin van zeviyan. Li gorî par îsal pir baş e. Par em neketin gelek herêman. Îsal baş e."

Öğrük di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mesref pir bilind in. Yanî bihayê sotemeniyê (mazot) pir bilind e. Sotemenî 65 lîre ye. Sotemenî pişta me dişikîne. Ji ber vê yekê, ji ber ku sotemenî giran e, em jî bihayê (heqê dirûnê) hinekî bilind dikin. Cotkar hinekî ji vê yekê bi gilî ne. Ev rewş hem me mexdur dike hem jî cotkaran. Parçe jî bi heman şêweyî ne. Mînak, parçeyê ku par me bi 5 hezar lîreyî dikir, îsal em bi 10 hezar lîreyî dikirin. Ji ber ku lêçûn bilind in, em vê yekê li ser cotkar radixînin (didin nîşandan). Cotkar jî ji ber vê yekê hinekî bi gilî ne. Em jî zehmetiyê dikişînin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.