Kêfxweşîya zarokan a bernameya nimêjê

Kêfxweşîya zarokan a bernameya nimêjê

Li Cizîra Şirnexê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin.

Bernameyên “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” yên ku bal bên kişandin li ser ehemîyeta nimêjê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve  bo zarokên 7-10 salî tên tertîpkirin berdewam dikin. 150 zarokên ku li Cizîra Şirnexê beşdarî bernameya nimêjê bûn ji ber Mizgefta Huzurê dest bi meşê kirin û heta Mizgefta Meydanê meşîyan. Di dema meşê de zarok pankartên ku li ser wan “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” veguhastin.

Zarokên hatin Mizgefta Meydanê bi cemaat nimêj kirin û dû re ji  qîzan re eşarp û sicade û ji lawan re kûm û sicade wek xelat hat dayîn.

 “Ji ber ku em hînî nimêjê bûn kêfxweş in”

Zarokan piştî bernamê hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re gotin û destnîşan kirin ji ber ku ew hînî nimêjê bûne pir kêfxweş in û ji rayedarên platformê re teşekur kirin.

Husna Gozungula ku bi wesîleya bernamê hînî nimêjê bû derbarê mijarê de diyar kir ew di 15 rojan de hînî nimêjê bûne û jiyana Pêxemberê me ji wan re hatiye hînkirin. Gozungul dû re wiha axivî: “ Di nava 15 rojan de em jiyana Pêxemberê me, nimêj, exlaqa baş û tiştên mîna van hîn bûn. Gelek zêde feydeya bernamê bo me çêbû. Mala wan kesên ku bernamê tertîpkirine ava be.

Zarokên bi navê Merve Topal, Îsmaîl Karaalp, Ferît Ozalp, Yusuf Kilinç, Refîka Bozkurt jî derbarê mijarê  de destnîşan kirin ew di bernamê de hînî nimêjê bûne ku ew ji ber vê yekê kêfxweş in.

 “Xortanîya ku bi nimêjê bê înşakirin ew ê dahatûyê înşa bike”

Serdar Elçîyê ji temsîlkarên Cîzirê yê Platforma Nesla Qur’anê derbarê mijarê de diyar kir ew di 15 rojan de nimêjê hînî zarokên 7-10 salî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xwedê re me bernameya xwe bi dawî kir. Ji ber hedîsa ‘Dema ku zarok bûn 7 salî nimêjê hînî wan bikin’ me jî bo zarokên xwe yên 7-10 salî bernameya nimêjê tertîp kir. Me di van 15 rojan nimêjê, hîkmeta kirina nimêjê, kirina îbadetan û sûreyên kin hînî wan kir. Hemd ji Xweda re wek sala borî bernameya baş û bi bereket bû. Em bawer dikin xortanîya ku bi nimêjê bê înşakirin ew ê dahatûyê înşa bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.