Kêmasîya herî mezin a alema Îslamê tunebûna yekîtîya hêzê ye
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku li welatê xwe Semsûrê îda partîyî û xelkê pîroz kir, diyar kir sedema zeîfmayîna alema Îslamê tunebûna yekîtîya hêzê ye.
Li Kahtaya Semsûrê ji teref Teşkîlata Navçeya Kahtayê ya HUDA PARê ve li hewşa Turneya Ebû Sadiq bernameya pîrozbahîya îdê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku beşdarî bernameya pîrozbahîyê bû derbarê rewşa alema Îslamê de diyar kir sedema zeîfmayîna alema Îslamê tunebûna yekîtîya hêzê ye.
“Divê Misliman bibin yek”
Yavuz di axavtina xwe ya ku di bernameya pîrozhîyê kir de balan kişand li ser welatên Îslamê û diyar kir divê welatên Îslamê demildest werin ba hev û meseleyên xwe di nav xwe de hal bikin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kêmasîya herî mezin a alema Îslamê tunebûna yekîtîya hêzê ye. Ji ber ku yekîtîya hêzê ya alema Îslamê tuneye, li dijî dinyaya emperyalîst û hêzên kurewî yên dagirker alema Îslamê zeîf dimîne. Û bedela vê zeîfbûnê em tev de didin. Îqtîsada me ji ber ku ji navikê ve girêdayî îqtîsada kurewî ye ji teref hêzên kurewî ve mudaxeleyên spekulasyon lê tên kirin û em jî ji vê yekê tesîrdar dibin. Em nikarin bibêjin ‘ma min çi ye.’ Bi mudaxeleya ku ji teref hêzên kurewî ve tê kirin kesê herî biçûk jî zirarê dibîne û jê tesîrdar dibe.”
“Divê welatên Îslamê li dijî pergala emperyalîst a dagirker yekîtîya xwe ava bikin”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir wezîfeya herî mezin a Mislimanan bo rawestina li dijî emperyalîzmê tesîskirina yekîtîyê ye. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di her astê de, dixwaze bila şexsî be û dixwaze bila sazûmanî be û dixwaze bila navdewletî be; ji bo ku yekîtîyek bê tesîskirin divê em kedê bidin. Çawa ku ji 3 rojan zêdetir xeyda Mislimanekî ji Mislimanê din karekî nebaş be, bi heman awayî ev yek bo sazî û navdewletan jî derbasdar bûye. Îd bo vê yekê fersend in. Bi vê wesîlê ew welatên Îslamê yên ku di hedefa Amerîka de ne digel temamê pêkhatîyan divê temamê xeyd, têgihiştinên cûda yên siyasetê û dûrketinan deynin alîyekî, li dîmena mezin binêrin û li dijî pergala emperyalîst a dagirker yekîtîya xwe ava dikin ku ji vê yekê pê ve tu çareya wan nemaye.”
“Divê hisabên biçûk neyên kirin”
Yavuz di dawîya axavtina xwe de diyar kir bo mesleheta memleket divê cûdahî bên danîn alîyekî û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Karê me, meşreba me, tarîqeta me, cemaata me, sazîya me û partîya me çi dibe bile bibe bo avakirina digelhevî û yekîtîyê divê em gav bavêjin û divê hisabên biçûk neyên kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.