Kerwana Umûdê dahatên kermesê ji kesên mûxtac re belav dike

Kerwana Umûdê dahatên kermesê ji kesên mûxtac re belav dike

Kerwana Umûdê bi dahatên kermesa ku li Cizîra Şirnexê hatibû vekirin kolîyên xurekê amade kir û ji kesên feqîr û jar re belav kir.

Temsîlkarîya Cizîyê ya Weqfa Kerwana Umûdê  di heftîyên borî de ji bo kesên feqîr, jar û yetîm kermesek tertîp kiribû û ev kermes 2 rojan berdewam kiribû. Xelkê Cizîrê elqeyeke baş û zêde nîşanî kermesê da.

Ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ya temsîlkarîya Cizîra Şirnexê ve bi dahatên ku ji kermesê hatin kolîyên xurekê hatin amadekirin û ev kolî ji kesên jar û feqîr û yetîm re hatin belavkirin.

Derbarê mijarê de Adar Aşutê Temsîlkarê Cizîrê yê Weqfa Kerwana Umûdê destnîşan kir ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin.

Aşut di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di navbera xêrxwaz û kesên feqîr de dibin pir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Weqfa Kerwana Umûdê ya temsîlkarîya Cizîra Şirnexê  bi dahatên ku ji kermesê hatin kolîyên xurekê amade kir, niha ev kolî ji kesên jar û feqîr û yetîm re tên belavkirin. Xweda ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûne wesîle razî be. Li Cizîrê gelek kesên feqîr û mûxtac hene. Bi vê wesîlê em ji temamê kesên ku keda wan di kermesê de heye re teşekur dikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.