Kerwana Umûdê di sala 2018an de bû hêvîya muxtacan
Weqfa Kerwana Umûdê di sala 2018an de ji nêzî 50 hezar malbatên feqîr û jar re di nirxa 6 milyon TLyan de alîkarî kir.
Weqfa Kerwana Umûdê ya ku di sala 2013an de hat damezrandin û ji roja ku hatiye damezrandin vir ve bi xebatên alîkarîyê dengê xwe daye hesandin û li çar alîyê dinyayê alîkarîya kesên jar, feqîr û yetîm dike di sala 2018an de ji nêzî 50 hezar malbatên feqîr û jar re di nirxa 6 milyon TLyan de alîkarî kir.
Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku di sala 2018an de ji teref Weqfa Kerwana Umûdê ve hatine kirin de raportek bi raya giştî re hat belavkirin. Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin Weqfa Kerwana Umûdê di sala 2018an de ji nêzî 50 hezar malbatên feqîr û jar re di nirxa 6 milyon TLyan de alîkarîyên cûrbecûr kir.
Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cengîz Kurtaran di daxuyanîya ku belav kir de derbarê xebatên alîkarîyê yên weqfê de diyar kir xebatên wan berdewam dikin, ew di sala 2018an de ji nêzî 50 hezar malbatên feqîr û jar re di nirxa 6 milyon TLyan de alîkarî kirine û ew ê wek weqfê di sala 2019an de jî bibin hêvîya kesên feqîr û jaran û dê bigihijin hawara wan ve.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.