Kerwana Umûdê li Êlihê ji bi hezaran malbatan re goştê qurbanan belav kir

Kerwana Umûdê li Êlihê ji bi hezaran malbatan re goştê qurbanan belav kir

Kerwana Umûdê ya Êlihê goştên qurbanên ku bi wesîleya Îda Qurbanê da serjêkirin ji bi hezarana malbatên feqîr, muxtac û êtîm re belav kir.

Kerwana Umûdê ya Êlihê ya ku bi xebatên xwe yên alîkarîyê tê naskirin xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Kerwana Umûdê ya Êlihê goştên qurbanên ku bi wesîleya Îda Qurbanê da serjêkirin ji bi hezarana malbatên feqîr, muxtac û êtîm re belav kir.

Serokê Kerwana Umûdê yê Êlihê M. Elî Işik derbarê xebatên alîkarîyê de diyar kir ew wek Kerwana Umûdê ya Êlihê goştê wan qurbanên ku ji wan re wekaletên wan hatiye dayîn ji roja duyemîn a îdê pê ve dest bi belavkirinê kirine û dû re wiha axivî: “Malûmî we ye, qeyda 12 hezar kesên muxtac û êtîm li ba me heye. Me ji van 12 hezaran tev de 3 hezar malbatên feqîr bo alîkarîyê kiribû hedefa xwe. Ger kesên xêrxwaz qurbanên xwe bo me bexş bikin em ê vê hejmarê zêdetir bikin. Xweda ji wan kesên xêrxwaz û ji wan endam û dildarên me yên ku keda wan di vî karî de heye razî be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.