Kerwana Umudê li Stenbolê wekaletên qurbanan bi cî anî

Kerwana Umudê li Stenbolê wekaletên qurbanan bi cî anî

Kerwana Umudê ya ku li Tirkîyê û gelek herêmên cîhanê bernameya serjêkirina qurbanan tertîp dike digel bi sedan endamên xwe li Stenbolê qurbanan serjê kir.

Kerwana Umudê ya ku li Tirkîyê û li tevahîya cîhanê bi xebat û fealîyetên xwe yên alîkarîyê yên ku dike têt naskirin, li Stenbolê wekaletên ku xêrxwazan ên ku ji bo qurbanê dabûn wan bi cî anî û di çarçoveya wekaletên ku ji wan re hatibû dayîn de qurbanan serjê kir.

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî tê Kerwana Umudê derbarê mijarê de daxuyanî da û mijarê nirxand. Kurtaran di nirxandina ku kir de destnîşan kir, endamên me di vê roja mibarek de malbatên xwe li malê hiştin û hatin alîkarîya me.

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de de îda temamê Mislimanan pîroz kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha weke ku hûn dibînin xebateke zêde li vê derê tê kirin. Em wek Weqfa Kerwana Umudê wekaletên ku ji bo serjêkirina qurbanê ji me re hatibûn dayîn bi cî tînin.  Li vê derê ji alîyekî ve wekalet tên standin û qurban tên serjêkirin û ji alîyê din ve jî li dereke din qurban tên parçekirin.”

 Xêrxwazê bi navê Hasan Lale yê ku ji bo qurbana wî bê serjêkirin wekalet da Weqfa Kerwana Umudê derbarê mijarê de diyar kir, ew ji organîzasyona ku tê tertîpkirin memnun e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.