Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bi hezaran malbatî re alîkarî kir
Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê di sala 2018an de ji 6 hezar û 93 malbatên feqîr û jar re alîkarî kir.
Hat ragihandin Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê di sala 2018an de ji 6 hezar û 93 malbatên feqîr û jar re di nirxê milyonek û 151 hezar TL alîkarî kir.
Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ya ku bi xebat û fealîeyetên alîkarîyê li derdorê tê naskirin raporta xwe ya fealîyetan a sala 2018an bi raya giştî re parve kir.
Raport ji teref Serokê Kerwana Umûdê Şahîn Elelçî ve bi raya giştî re hat parvekirin. Elçî di daxuyanîya xwe da çapemenîyê de destnîşan kir alîkarîyên wan dê bi saxîya xêrxwazan berdewam bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me di sala 2018an de ji 6 hezar û 93 malbatên feqîr û jar re di nirxê milyonek û 151 hezar TL alîkarî kir. Ew ê ev alîkarîyên me bi saxîya xêrxwazan berdewam bike. Ji ber vê yekê em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.