Kerwana Umûdê ya Entabê di sala 2018an de ji 10 hezar malbatên feqîr re alîkarî kir
Kerwana Umûdê ya Entabê ya ku raporta xwe ya fealîyetan bi raya giştî re parve kir destnîşan kir ew di sala 2018a de bi wasitaya xêrxwazan 10 hezar malbatên feqîr û jar kêfxweş kirine.
Kerwana Umûdê ya Entabê ya ku ji roja hatiye damezrandin vir ve alîkarîya kesên feqîr û jar dike di sala 2018an de jî ji bi hezarana malbatên feqîr û jar re alîkarîya neqdî, erzaq û cil û bergan kir. Li gorî raporta ku ji teref komelê ve hatiye weşandin di sala 2018an de ji 10 hezar malbatên feqîr re di nirxa 584 TLyan de alîkarî hat kirin.
Serokê Kerwana Umûdê yê Entabê Mustafa Ozaslan derbarê mijarê de destnîşan kir ew wek Kerwana Umûdê ya Entabê di sala 2018an de ji 10 hezar malbatên feqîr û jar re alîkarîyên cûrbecûr kirine û ew ê di sala 2019an de jî ev alîkarîyên wan ên ku bi wasitaya xêrxwazan tên kirin berdewam bikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.