Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Malbatên ku mexdûrên peymanên mîna CEDAW, Stenbol û Lanzarote ne û ji gelek bajarên Tirkîyê hatin Enqerê, Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kirin û jirayedarên HUDA PARê re ji ber ku bi meseleya wan re eleqedar dibin re teşekkur kirin.

Malbatên ku çûn serdana HUDA PARê ji teref Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr û Serokê Şaxên Ciwanan a HUDA PARê Yasîn Guzel ve hatin pêşîwazîkirin.

“Dewlet bi wan peyman û qanûnên ku bi destê xwe amade kiriye û îmze kiriye sazîya malbatê hildiweşîne”

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr piştî ku malbatên mexdûr guhdar kir re wisa nirxandin kir: “Em hewl didin sazîya malbatê muhafeze bikin, lê belê dewlet bi wan peyman û qanûnên ku bi destê xwe amade kiriye û îmze kiriye sazîya malbatê hildiweşîne. Sedema mexdûrîyeta we û di girtîgehê de mayîn zilamên we netîceya vê bêbesîretî û bêpêşbînîyê ye. Li gorî çanda û bawerîya me qîz û law ferq nake dema ku hatin emrê zewacê dikarin bizewicin. Elbet di vî warî de qanûn û mewzûat heye; lê belê divê ev qanûn li gorî bawerî, rastî û çanda civakê bên amadekirin.Mixabin di vî warî de gelek nakokîyên ciddî hene.”

“Ew kesên ku van qanûnan amade dikin qaşo ji bo pîrekan muhafeze bikin amade dikin, lê nabînin ku bi vê yekê zilamên we davêjin girtîgehê û we û zarokên we perîşan dikin”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hisabê zewacên ku çendîn sal berê hatibûn kirin îro tên pirsîn û bi vê yekê malbat tên parçekirin. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku van qanûnan amade dikin qaşo ji bo pîrekan muhafeze bikin amade dikin, lê nabînin ku bi vê yekê zilamên we davêjin girtîgehê û we û zarokên we perîşan dikin. Ev yek me pir zêde aciz dike. Di vî warî de Şaxên Jinan a HUDA PARê gavinan davêje û bi we eleqedar dibe. Ji xeynî vê yekê me gelek gavên din jî avêt. Min bi xwe vê meselê ji Serokomar re ragihand. Dîsa min bi xwe bê meselê ji  Wezîrê Edaletê û Serokê Meclîsê re vegot.Dîsa me çendîn caran vê meselê di nirxandina partîyê de û qunciknivîsan de anî zimên.Dîsa medyayê ku bi vê meselê eleqedar bûn li ser vê meselê sekinînin. Herî dawî Wezîrê Edaletê berî ku meclîs bikeve tatîlê sozek dabû û gotibû ‘Di hezîranê de çawa ku meclîs hat vekirin em ê vê yekê di rojeva xwe ya ewil de bigirin.’ Lê belê vaye meha tîrmehê jî derbas bû û hêj xebateke wisa nehat kirin.”

“Tu kes nikare wan kesên ku zewicîne bi tecawuzkarîyê îtham bike”

Demîr di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Tu kes nikare wan kesên ku zewicîne bi tecawuzkarîyê îtham bike” û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek ji me re, ji we re, ji çand û kevneşopîya me re û sazîya me ya malbatê re heqareteke mezin e. Divê berîya hemû tiştî ev yek bê sererastkirin.”

ÎLKHA


Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

Kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatine mexdûrkirin HUDA PARê ziyaret kirin

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler