Kitêba Îbranî ya 1100 salane hat bidestxistin

Kitêba Îbranî ya 1100 salane hat bidestxistin

Li Diyarbekirê kitêbeke Îbranî ya 1100 salane hat bidestxistin.

Hat ragihandin li Diyarbekirê di encama operasyona ku hat lidarxistin de kitêbeke Îbranî ya 1100 salane hat bidestxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama xebatên îstîxbaratî de li Bismil û Erxanî li dijî kesên ku ticareta berhemên dîrokî dikin operasyon hat lidarxistin.

Di encama operasyona ku hat lidarxistin de kesên ku ticareta berhemên dîrokî dikirin dema ku hewl dida kitêbeke Îbranî ya 1100 salane bifiroşin hatin girtin.

Di encama operasyona ku hat kirin de kitêbeke Îbranî ya 1100 salane hat bidestxistin û 6 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn jî hatin binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.