Koalîsyona Siûdî 27 zarokan qetil kir

Koalîsyona Siûdî 27 zarokan qetil kir

​Koalîsyona Siûdî li Yemenê di êrîşa ku li dar xist de 27 zarokan qetil kir.

Hat ragihandin di êrîşên ku 10 rojên dawî ji teref hêzên koalîsyonê yên ku Siûdî ji wan re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê hatin lidarxistin de 27 zarok hatin qetilkirin.

Ji teref Fona Alîkarîyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin di êrîşên ku 10 rojên dawî ji teref hêzên koalîsyonê yên ku Siûdî ji wan re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê hatin lidarxistin de 27 zarok hatin qetilkirin.

Di daxuyanîya ku  ji teref UNICEFê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Di êrîşa ku berî vê demekê ji teref koalîsyona Siûd ve li Sanayê hat lidarxistin de zarok hatin  kuştin û birîndar bûn. Her wisa li Taîza bajêra li başûrê Yemenê êrîş li navenda belavkirina sotemenîyê hat kirin ku di vê êrîşê de jî gelek kesên sîwîl hatin kuştin.”

Di berdewama daxuyanîyê de UNICEFê destnîşan kir ji ber êrîşên ku tên kirin li Yemenê ji bo zarokan ciheke bi ewlehî tune ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.