Koalîsyona Siûdî li Yemenê êrîşî cihê dawetê kir: Herî kêm 25 kes hatin qetilkirin

Koalîsyona Siûdî li Yemenê êrîşî cihê dawetê kir: Herî kêm 25 kes hatin qetilkirin

Hat ragihandin di êrîşên ku ji teref koalîsyona Siûd ve li Yemenê hatin lidarxistin de zarok û pîrek jî di nav de herî kêm 25 kes hatin qetilkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike li bajaroka Al-Masafaya girêdayê herêma Al-Hazmê êrîş bir li ser cihê dawetê.

Tê diyarkirin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de zarok û pîrek jî di nav de cesedê 16 kesan û hinek kesên birîndar hatin anîn Nexweşxaneya Marîbê.

Her wisa hat ragihandin 8 jê mirî gelek kes jî hatin anîn Nexweşxaneya Al-Hazmê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên ku hatin lidarxistin herî kêm 25 kes hatin qetilkirin.

Ji ber êrîş û dorpêça koalîsyona Siûdî ya ku Amerîka destekê didiyê heta niha li Yemenê zarok û pîrek jî di nav de bi hezaran zarok hatin qetilkirin û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.