Komên berxwedanê bersiv didin êrîşên siyonîstên terorîst

Komên berxwedanê bersiv didin êrîşên siyonîstên terorîst

Piştî ku Baha Ebul Atayê Fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin re komên berxwedanê bersiv didin çeteyên siyonîstên terorîst.

Siyonîstên terorîst û îşxalker êrîş bir li ser Xazzê û Şamê û di êrîşan de Baha Ebul Atayê Fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî şehîd kirin.

Tugayên Qudsê bi daxuyanîya ku derbarê mijarê de belav kir destnîşan kir ew bersiv dane siyonîstên terorîst û bi mûşekan Tel Avîvê hedef girtine.

Şaxên çapemenîyê yên siyonîstên terorîst bersivdayîna ku ji teref komên berxwedanê ve hatine kirin teyîd kir. Li gorî xeberên ku ji teref çapemenîyên wan ve hatine belavkirin mûşekên komên berxwedanê îsabetî li bajarên bi navê Rişon LeTziyon, Askalan û Asdoda ku di bin îşxala siyonîstan de ye kirine û niha li wan bajaran sîren lê didin.

Di xeberên ku tên belavkirin de tê diyarkirin di mîsîllemeyên ku hatine kirin de heta herî kêm 10 îşxalker birîndar bûne.

Derbarê mijarê de ji teref Harekata Cîhada Îslamî û komên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ew ê li hember êrîşên siyonîstên terorîst bêdeng nemînin û dê bersivê bidin wan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler