Lavrov: Girên Golanê ên Sûrîyê ne

Lavrov: Girên Golanê ên Sûrîyê ne

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir Girên Golanê ên Sûrîyê ne.

Hat ragihandin Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir Girên Golanê ên Sûrîyê ne.

Berî vê çendakî Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.Piştî vê qerara Serokê Amerîka, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê mijarê de daxuyanî da rojnameya bi navê El Ahrama ku li Misirê tê weşandin.

Lavrov di daxuyanîya ku da rojnamê de destnîşan kir “Fikra Rûsyayê ya derbarê Girên Golanê de nehatiye guhartin. Girên Golanê ên Sûrîyê ne. Qerara Amerîka ya naskirina wek axên îsraîlê ya Girên Golana ku hatiye îşxalkirin li dijî prensîbên hiqûqê ya navneteweyî ya Peymana Neteweyên Yekbûyî ye û qerara Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.