Lavrov: PYD/YPG hat derxistin derveyî wê herêma ku ji 30 kîlometreyan pêk tê
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir, PYD/YPG hat derxistin derveyî wê herêma ku ji 30 kîlometreyan pêk tê.
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Moskovayê daxuyanî da. Lavrov di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Ez cardim dixwazim bînim zimên ku pêwîstîyên wê mutabaqata ku li Soçîyê di navbera Serokê Dewletê Vladîmîr Putîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de hat kirin bi cî hatine anîn. Leşkerên me digel artêşa Sûrîyê li nêzî wê herêma 30 kîlometreyî ya ku hêzên Kurd jê hatin derxistin pêkve dixebitin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.