Lawê min ê ku hafiztî dixwand revandin

Lawê min ê ku hafiztî dixwand revandin

Dayika ku ji bo lawê xwe beşdarî çalakîya rûniştinê bû destnîşan kir “PKKê lawê min ê hafiztî dixwand revandin.”

Nobeda dayik û bavên ku ji bo zarokên xwe yên ku ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li serê çiyê li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê berdewam dike. Doh dayikeke din jî beşdarî bû û hejmara malbatan derket 54an.

Hatîce Ceylan ji bo lawê wê yê bi navê Cahferê ku di 2015an de hatiye revandin beşdarî çalakîyê bû, derbarê mijarê de destnîşan kir; lawê wê dema ku 15 salî bû ji teref PKKê ve hat revandin li serê çiyê.

“Lawê min ê ku hafiztî dixwand revandin”

Dayika dilşewat Hatîce Ceylan di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir lawê wê hafiztî dixwand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min hafiztî dixwand û 10 cûzên Qur’anê jî ji ber kiribû. Piştî 2 heftîyan hat revandin. Nediçû avahîya HDPê. Piştî 6-7 mehan me mala xwe bar kir û lawê min ji nişka ve winda bû. Berî vê sal û nîvê li me gerîyabû. Zêde xeber nedida. Bendewar bû ku em pê re xeber bidin. Me jê cihê wî jê pirsî, lê ji me re negot. Hinek kesên din jî li balê hebûn. Pirsa xaltî û nasên xwe ji me dikir. Ev cara ewil e ku ez hatime vê derê. Got ku li Sûrîyê ye, lê em cihê wî nabêjin. Bila HDP li zarokê me xwedî derneyê.  Dema ku zarokê yekî diçe leşkerîyê meriv diçe ziyareta wî, lê digere û pirsa wî dike; lê belê ev kesên ku zarokên me revandine zarokên me wek êsîran digirin. Zarokên me ne kolên wan in. Ger ew gelek zêde ji wan hez dikin bila zarokên xwe bişînin.”

“Kesê ku vê êş û elemê bime dide kişandin Xweda jî bi wan bide kişandin”

Dayika Hatîce di berdewama axavtina xwe bang li lawê xwe kir û got: “Ger dengê min diçiyê an jî li me temaşa dike bila zanibe derîyê me jê re vekiriye. Ew hemû tiştê me ye. Ne şev û ne jî roja me heye. Kesê ku vê êş û elemê bime dide kişandin Xweda jî bi wan bide kişandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler