Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Emin Özmen: Çûyîna Hezretî Husên a Kûfeyê hewcedariya berpirsiyariya wî bû

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Emin Özmen: Çûyîna Hezretî Husên a Kûfeyê hewcedariya berpirsiyariya wî bû

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Emin Özmen diyar kir ku çûyîna Hezretî Husên a Kûfeyê ne tercîheke siyasî ya kesane bû, berevajî vê yekê di çarçoveya vexwendinên ji bo wî hatine kirin û şert û mercên wê demê de, wekî "berpirsiyariyekê" derketiye holê.

Her sal bi hatina meha Mûheremê re, bi taybetî jî di rojên Aşûreyê de hadiseya Kerbelayê û pêvajoya çûyîna Hezretî Husên a Kûfeyê ku di dîroka Îslamê de yek ji bûyerên herî girîng û bi xemgîn e, ji nû ve tê rojevê.

Mijarên wekî çima Hezretî Husên berê xwe da Kûfeyê, pêvajoya vexwendinê çawa geşedan nîşan da û ev biryar di bin kîjan şert û mercan de hat girtin, wekî her sal îsal jî bûn mijara daxuyaniyên cihêreng.

Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Emin Özmen jî di nirxandina xwe ya ku bi munasebeta meha Mûheremê kir de diyar kir ku divê ev pêvajo di çarçoveya konteksta (hevdengiya) dîrokî û rîvayetan de were fêmkirin.

Özmen weha got: "Wekî tê zanîn em di meha Mûheremê de ne. Her sal di meha Mûheremê de, bi taybetî jî di rojên Aşûreyê de derbarê Hezretî Husên de nîqaş û axaftinên cihêreng tên kirin. Ji van ya herî girîng; têkildarî wê yekê ye ku qaşo nedihat zanebûn ku Hezretî Husên biçe Kûfeyê û nedihat zanebûn ku dest bi vî karî bike."

Özmen diyar kir ku wekî tê zanîn dema Muawiye mir, Hezretî Husên li Medîneyê bû. Bi rêya peyamberekî (qasidekî) ku ji Şamê hatibû, beyeta zarokên sehabiyên mezin ên wekî Hezretî Husên, Ebdullah bîn Omer û Ebdullah bîn Zubeyr dihat xwestin. Hezretî Husên gazî qesra waliyê Medîneyê kirin û jê re gotin: "Muawiye miriye, bey'etê bide Yezîd."

Özmen derbarê vexwendina Hezretî Husên a ji bo beyetdana Yezîd de, ragihand ku wî weha gotiye: "Ji bo mirovên wekî me, li quncikên qesran an jî li qesrên waliyan beyetdan zêde ne guncav e. Hûn her kesî vedixwînin Mescîda Pêxamber û beyetê ji wan dixwazin; em jî wekî her kesî li wir nêrîna xwe dibêjin" û paşê qesra waliyê terk kiriye.

Özmen bal kişand ser wê yekê ku ev tê wateya destpêkirina rêbaza beyetgirtinê ya bi zorê û heke hewce bike bi tundiyê. Wî da zanîn ku Hezretî Husên heman rojê an jî roja din ji Medîneyê ber bi Mekeyê ve hîcret kiriye û van îfadeyan bi kar anî: "Pêxamber (s.a.w.) ji Mekeyê ber bi Medîneyê ve hîcret kiribû, lê belê dîrok tiştekî wisa ye ku Hezretî Husên jî ji Medîneyê ber bi Mekeyê ve hîcret kir."

Özmen diyar kir ku paşê dema ew li Mekeyê bû, Kûfeyiyan ji Hezretî Husên re name şandin û ew vexwendin Kûfeyê, û daxuyaniyên xwe yên derbarê mijarê de weha domandin: "Dema ew li wir bû, Kûfeyiyan ji wî re name şandin û ew vexwendin Kûfeyê. Niha hedîsek heye ku Hezretî Pêxamber bi tevahiya neviyê xwe ve ji me hemûyan re gotiye: 'Gava hûn munkerek (xerabiyekê) bibînin, wê bi destê xwe serast bikin. Heke hêza we negihîje vê, bi zimanê xwe serast bikin. Heke ev jî nebe, di dilê xwe de rik (bûğz) jê bigirin.' Werin em vê hedîsê li ser Hezretî Husên bi kar bînin. Ji ber ku mîna me hemûyan, Hezretî Hisên jî mecbûr bû ku li gorî vê hedîsê tevbigere. Dema Hezretî Husên li Medîneyê bû, tenê dikaribû di dilê xwe de rik jê bigira; ji ber ku heke wî bi zimanê xwe hewl bida vê rewşê serast bike, anku heke bi eşkere rexne bikira û bigota 'Ez destpêkirina saltanata ji bav ber bi kur ve pesend nakim', dê zext li ser wî bihata kirin.

Dibe ku girtîgeh, dibe ku tedbîrên din bihatin pêşiya wî. Dema Hezretî Husên dît ku nikare vê bike, hîcretî Mekeyê kir. Jixwe hîcretkirina wî ya ber bi Mekeyê ve nîşan dida ku wî bi awayekî fiîlî ev rewş pesend nekiriye; anku derbasî qonaxa duyem a hedîsê bibû. Neviyê pêxamber, xwe berpirsiyar didît ku hedîsa pêxamber bi cih bîne. Wekî din, ev berpirsiyarî li ser milê me hemûyan jî heye. Dema ew li Mekeyê bû, jixwe bi hîcreta xwe bi awayekî fiîlî nîşan dabû ku bi zimanê xwe vê yekê pesend nake. Lê belê nikaribû qonaxa yekem bi cih bîne ji ber ku hêzeke mezin li pişt wî tune bû."

Özmen anî ziman ku bi vexwendina Kûfeyiyan a ji bo Hezretî Hisên re ev pêvajo guheriye û weha got: "Kengî Kûfeyiyan gotin 'Were bibe fermandarê me, em ê li pey te werin û em vê munkeratê (xerabiyê) ji holê rakin', ji wê gavê û pê ve di dîroka Îslamê de şikestinek çêdibe; sîstemeke ku ji bav derbasî kur dibe heye. Ji wê gava ku gotin 'Yezîd ne lâyîqî vê ye, heke ev pêkanîn bikeve nav Îslamê dê wekî vîrusekê belav bibe' û 'Were bibe fermandarê me da ku em pêşiya vî karî bigirin', êdî gihîşt xaleke wisa ku Hezretî Husên mecbûr bû li gorî vê hedîsê bi destê xwe vê rewşê serast bike. Ma ne di rewşekê de bû ku diviyabû biçe? Erê, xizmên wî, mirovên wî yên nêzîk, kesên wekî Ebdullah bîn Zubeyr û Mihemed bîn Henefiye jê re gotin 'Neçe', lê gava ku li holê berpirsiyariyek hebû, ma nedişiya ku neçe? Û ew çû."

Özmen bal kişand ser hadiseya Kerbelayê jî û diyar kir ku Kûfeyiyan Hezretî Hisên bi tenê hiştine û yek ji rûdanên herî bi êş ên dîrokê qewimiye; wî van îfadeyan bi kar anî: "Lê belê wekî tê zanîn, Kûfeyiyan ew li çola Kerbelayê bi tenê hiştin û yek ji dîmenên herî bi êş ên dîrokê qewimî. Neviyê Hezretî Pêxamber, 23 kes ji Ehl-i Beyta wî, 50 kes ji hogirên (yarenên) wî, bi giştî 73 kes li wir bi awayekî hovane hatin şehîdkirin. Serê pîroz ê Hezretî Husên ji laşê wî hat veqetandin û hat birin; li Kûfeyê pêşkêşî waliyê Yezîd, Ubeydullah bîn Ziyad kirin. Ji wir jî Yezîd, tevî esîran —gava em dibêjin esîr; em behsa neviyên Hezretî Hemze, zarokên wî, zarokên Eqîl, Ebas û Elî û jinên Ehl-i Beytê dikin— serê Hezretî Husên şand qesra Şamê da ku pêşkêşî Yezîd were kirin.

Li holê hedîsek hebû û ev hedîs qonax bi qonax bû. Di dil de rik (bûğz) girtin, tiştekî wisa bû ku li Medîneyê dikaribû bihata kirin; ji bo ku bi destê xwe serast bike hat Mekeyê. Lê belê dema Kûfeyiyan jê re gotin ku ew ê bibin hêz ji bo wî, êdî biryar da ku wextê serastkirina bi destan hatiye û çû Kûfeyê. Anku wî hedîsa kalê xwe di pratîkê de bi cih anî. Ji ber wê yekê, kesên ku dibêjin 'Diviyabû neçûya', bi gelemperî di vê nêrîna xwe de bi isabet (rast) nînin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.