Leşkerîya ku 3 mehên wê mecbûrî û 6 mehên wê bi bedêl e tê

Leşkerîya ku 3 mehên wê mecbûrî û 6 mehên wê bi bedêl e tê

Li gorî xebata ku ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve tê kirin, leşkerîya ku 3 mehên wê mecbûrî û 6 mehên wê bi bedêl e tê.

Doh Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Hulusî Akar  derheqê pergala nû ya leşkerîyê de daxuyanîyek da. Li gor daxuyanîya ku Akar daye li ser leşkerîyeke yektîp xebat tên kirin.

Akar di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: “ Xebatên me yên derbarê pergala nû ya leşkerîyê de berdewam dikin. Ew ê ev xebat di rojên pêşîya me de  bê temamkirin.”

Li gor xebera Rojnameya Tirkîyê ji wê xebata ku ji teref Wezareta Parastinê ya Neteweyî ve li ser pergala nû ya leşkerîyê tê kirin tê fêmkirin ku ew ê di pergala nû ya leşkerîyê de leşkerîya yektîp bê anîn û ew ê leşkerîya ku 3 mehên wê mecbûrî û 6 mehên wê bi bedêl e bê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.