Leylaya biçûk mirî hat dîtin

Leylaya biçûk mirî hat dîtin

Leylaya biçûk ya ev serê 18 rojaye windayî li gundê bapîrê xwe mirî hat dîtin.

Leyla Aydemîra ji bo mebesta cejnê çûbû gundê Agirî û windabûbû, li gundê bapîrê xwe mirî hat dîtin.

Lêgîna Leyla Aydemîra 4 salî ya ku di Cejna Remezanê de ji bo mabestê çûbû gundê Bezîrxana Agirî  û winda bûbû di roja 18mîn de jî lêgerîn dewam kir.

Di çarçoveya xebatên ji bo Leylaya biçûk de ji Nevşehîrê tîmekî ji deh kesan pêk dihat yê girîdayî Serfermandarîya Asayîşa Taybet (JAK) ya lêgerîn û rizgarkirin, ji Wan û Agirî ekîbên AFAD, UMKE, 112 Acîl, ji Êlihê endamên Komeleya Seydvanên Hezoyê ya şopê beşdarî xebatên lêgerînê bûn.  

Hat hînbûn ku Leylaya 4 salî li derveyî gundê bapîrê xwe Bazirxanê li kêleka çemekî mirî hatîye dîtin. Piştî li cîyê bûyerê lêkolîn hat kirin cinazê Leylaya biçûk ji bo otopsîyê hat rakirin Sazîya Tiba Adlî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.