Li 6 gundên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin

Li 6 gundên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin

Li 6 gundên ku girêdayê Licê û Hazroya Diyarbekirê ne derketina derve hat qedexekirin.

Hat ragihandin ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên lidarxistin li 6 gundên ku girêdayê Licê û Hazroya Diyarbekirê ne derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat destnîşankirin bo kozik, depo, stargeh û mewzîyên uçaksavaran ên ku ji teref PKKê ve tên bikaranîn bên tahrîbkirin dê operasyon bê lidarxistin. Ji ber vê yekê heta daxuyanîyeke din li gundên Dolunay, Çavundur, Yalaza, Baglan û Ortaça girêdayê Licê û li gundê Çîtlîbahçeya girêdayê Hazro derketina derve hatiye qedexekirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.